DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji teqîna Diyarbekrê re ragehand

Li navçeya Baglarê nêzik dibistana polîsan hate encam dan.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê berpirsyaretiya xwe bo teqîna ku, li navçeya Baglarê nêzik dibistana polîsan li Dirabekerê rûdayî ragehand.

Li gor ajansa "Amaq" a ser bi rêxistina DAIŞê ve ragehandî ku, hin çekdarên wan otombîleke bombekirî li pêşiya navendeke polîsên Tirkiyê li bajarê Diyarbekrê teqandin.

Berî niha Tirkiyê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) bi encamdana wê teqînê tumetbar kiribû.Herwiha ajansa AAyê jî diyar kirbû ku, PKKê teqîn li xwe girtiye,bê ku, amaje bi çavkaniyê daxuyaniya PKK bide.

Ji aliyê PKKê ti daxuyanî derbarê encamdana wê teqînê nehatibûne ragehandin.

Duh, danê sibehê teqînek li navçeya Baglarê nêzikê dibistana polîsan rû da, teqîn bi rêya otombîleke bombekirî hatkirin û têde gelek kuştin û birîndar li pey xwe hiştin.