Operasyona Reqayê di nerîna siyasetmedarên Rojava de
Hêza Sûriyê ya Demokratîk beşeke sereke ye di wê operasyonê de.
K24-Qamişlo
Bi tundiya şerê li dijî rêxistina DAIŞê amadekariyên operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê berdewam dibin, amadekarî ji aliyê Hêzên Sûriya Demuqratîk(HSD)ve têne kirin weke hêzeke sereke di wî şerî dê bike.
Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku, pêwîste şerê li dijî DAIŞê li her deverê were kirin, ji ber ku, ew li dijî projeya fedralî û demuqrasiyê ye liSûriyê.
Serkirdeyên partiya lêberala Kurdistanî didin zanîn ku, hêzên Sûriya Demuqrat beşek ji hevpeymana navdewletî a li dijî DAIŞ ne, tekez dikin ku têkçûna DAIŞ li Reqayê têkçûna wê bi giştî ye li her deverê.-
Ji aliyeke di ve hin siyasetmedarên kurd dibînin ku, rizgarkirina bajarê Reqayê gaveke giringe bo Kurd;n re di Rojavayê Kurdistnê, lê pêwîste tevahiya hêzên Kurdî beşdariyê di vê operasyoê de bikin û di serî de jî pêşmergeyên Rojava.
Serkirdeyên PDK-S didin zanîn ku, eger HSD bi tenê beşdariyê di wê operasyona Reqayê de bikin dê ti destkef ji Kurdan re bidestnexin, loma pêwîste yekrêziyeke siyasî û leşkerî li ser zemînê ava bibe.
Hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê jî li ser giringiya rizgarkirina Reqayê rêkeftîne, lê di dema Hêzên Sûriya Demuqrat H.S.D bi şert û merc dê beşdariyê di vî şerî de bikin, alîgirên encûena ENKS dibêjin ku, çi şerê pêşmergên Rojava tê de ne beşdar be dê ne serkeftî be û ti encamên erênî li ser gelê Kurd dê tune bin.
hin şopîner dibînin ku ev dem derfeteke daku, hêzên Kurdî yekrêz bin û pirojeya netewî ya Kurdî li ser zemînê cî becî bikin.