Li bajarê Edeneyê 16e endamê PKK hatin girtin
Berî çend rojan jî dîsa li bajarê Edeneyê 11 kes bi tohmeta endamê PKK hatibûn girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê bajarê Edeneyê 16 kes bi hinceta endamê PKKyê ne hatin binçavkirin.
Îro, berbangê polîsên Edeneyê operasyonek berfireh pêk anîn û bi awayek hevdem bi ser malan de girtin.
Di encama wê operasyonê de 16 kes bi hinceta ku, endamên PKKê ne piştî girtina parlementerên HDPyê li bajarê Edeneyê çalakiyên neyasayî bîrêvebirine hatin binçavkirin.
Di nav wan binçavkiriyan de 2 kes xwendevanê zanîngeha Çukurovayê ne, lêpirsîna wan li Rêvebergeha Ewlekariyê berdewam dike.
Berî çend rojan jî dîsa li bajarê Edeneyê 11 kes bi tohmeta endamê PKK hatibûn girtin.