HDP karê xwe li Parlamentoya Tirkiyê rawestand
Piştî civîna du rojan biryar da.
K24-Navenda Nûçeyan
Koma Parlementoyê HDPê piştî civîna xwe ya 2 rojan li bajarê Diyarbekirê biryara xwe dan, ku ew xwe ji parlementoyê venakêşînin, lê karê xwe radwestînin.
Derbarê wê biryarê Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, HDPê di wê kudetayê de wê bi ser bikeve û biryar da ku, karê xwe li Parlamentoyê rawestîne.
Bîlgen da zanîn ku, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û hikûmeta AK-Partiyê mafê mirovatiyê bin pê dikin.
Di 4ê vê mehê de her du Hevserokên HDPê û hejmarek ji perlementer ji aliyê polîsên Tirkiyê hatin girtin.