ENKS girtina du endamên PDK-S şermezar kir
Girtina siyasetmedar û çalakvanan ji aliyê Asayîşa Rojava ve berdewam e.
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS)girtina du endamên PDK-S yên bi navê Mesûd Hemdo û Fewaz Beşîr ji aliyê grûpeke nenaskirî ve şermezar kir.
Duh, li bajarê Dêrikê grûpek ne naskirî Endamê Komîteya Navxweyî ya PDK-S Mesûd Hemdo revandin û ber bi ciheke ne diyar ve birin, herwiha roja berî wê jî Asayîşa Girkê Legê li gindê Xirba Cihûyan ser bi mala Endamê PDK-S Fewaz Beşîr girtin û ew bi hiceta revîna birayê wî ji leşkeriya neçar girtin.
Derbarê girtina wan her du endamên PDK-S Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir, tê de girtan wan şermezar kir û da zanîn ku, siyaseta girtina serkirde û endamên wan nakeve xizmeta berjewendiyên yekrêziya Kurdan de.
ENKS bang li Hêzên navdewletî û Kurdistanî kir ku, fişarê bixne ser PYDê daku, wan girtiyan azad bike.