Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê girtina çekdarekî Japonî ê DAIŞê belav kir, tê de ragehand ku, welatiyeke Caponî ku, endamê rêxistina DAIŞê nêzîk çiyayê Zertik hatiye girtin û bo welatî wî hatiye şandin.

Ev jî deqa daxuyanî waha ye:

Roja 19.10.2016ê hemwelatiyê Japon ê bi navê Kusukî Tsîwnîwka ku wek Şamîl K. Tsîwnîwka tê nas kirin, bi tometa hebûna peyvendiyên xwe yên li gel DAIŞê ve nêzîk çiyayê Zertik hate girtin.

Di lêkolîna ku, ji aliyê saziyên dijî terora Kurdistanê de, derkete holê ku bi telefona zîrek peyvendiyên wî li gel endamên DAIŞê hebûye.

Piştî girtina wî saziyên Asayîşa Herêma Kurdistanê berdewam li gel desthilatdarên Japon di gotûbêj û peyvendiyê de bûn, herwaha biryar hate dayîn ew hemwelatiye ji wan re bê radest kirin û di çarçoveya vê biryarê de îro 07.11.2016ê bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ve hate birêkirin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistan

07/11/2016