Zarok Tv wê vedigere weşana xwe

Rêveberên Zarok Tv amaje dikin ku, ew amadekariyan dikin daku di rojên pêşiya me de bi qenalên Başûrê Kurdistanê yên ji bo zarokan weşanê dikin re bikevin têkiliyê û xebatên hevbeş bi hev re bikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Zarok Tv ya ku bi biryarnameya bi hikmê qanûnê de ji aliyê Encûmena Wezîran a Tirkiyê ve hati bû girtin tê pêşbînî kirin ku di demeke nêz de dîsa dest bi weşana xwe bike. Ev biryar ji aliyê rêveberên Zarok Tv û Akademîsyenan ve bi şanazî hate pêşwazî kirin.

Zarok Tv ya ku, bi zimanê kurdî ji bo zarokan weşan dikir di 28'ê Îlonê de bi biryara Encûmena Wezîran hati bû girtin. Biryara girtina Zarok Tv ji gelek aliyan ve rastî nerazîbûnê hati bû. Piştî bertekan jî rewşa Zarok Tv ji nû ve hate nirxandin biryara girtinê hate sekinandin. Derhênera weşana giştî ya Zarok Tv'yê Dîlek Demîral amaje kir ku ew bi vê biryare gelekî keyfxweş bûn û li benda roja dûbare despêkirina weşanê ne.

Derhênera Weşana Giştî ya Zarok Tv'yê Dîlek Demîral- wiha got:" Dema me bihîst ku dê dîsa qenala me vebe em gelek keyfxweş bûn. Em bi gelek aliyan re ketin têkiliyê da ku qenala me vebe. Di vê pêvajoyê de li Tirkiyê, Ewropayê û Başûrê Kurdistanê gelek aliyan piştgiriya me kirin. Em spasiya wan dikin û keda wan ji bîr nakin. Piştî pêvajoya fermî em ê di demek nêz de dîsa li ser şaşeyê bin."

Piştî girtina Zarok Tv , di nava civakê de hate gotin ku ev yek gaveke pergala bişaftinê ya li ser kurdan e. Li gel vê yekê jî akademîsyen amaje dikin ku girtina Zarok Tv gaveke xelet bû û ev xeletî jî hate dîtin û hate sererast kirin. Akademîsyenê Zaningeha Dîcleyê Ahmet Înan di wê baweriyê de ye ku di nava rewşa awarte de wek refleksekê Zarok Tv hate girtin lê dewletê jî ev yek sererast kir.

Akademîsyenê Zaningeha Dîcleyê Ahmet Înan wiha axifî:

"Ez bawer nakim ku Zarok Tv ji ber ku weşana kurdî dikir hate girtin. Di nava rewşa awarte de wek refleksekê ew jî di nava qenalên din de hate girtin. Biryara vekirina Zarok Tv dide nîşan ku dewlet mafê ziman nas dike. Dewletê zanî ku têkiliya Zarok Tv û şiddetê bi hev re tine ye. Ev geşepêdaneke başe."

Rêveberên Zarok Tv amaje dikin ku, ew  amadekariyan dikin daku di rojên pêşiya me de bi qenalên Başûrê Kurdistanê yên ji bo zarokan weşanê dikin re bikevin têkiliyê û xebatên hevbeş bi hev re bikin.