Peyamnêrê K24ê alîkariya zarokekî birîndar dike
Îro dema ku tîma K24ê li taxa Zehra ya bajarê Mûsilê romala pêşveçûnên artêşa Iraqê dikirin, di wê demê de çekdarên DAIŞê guleyeke Hawinê avêtin wê taxê û li malekê ket, di encamê de hejmarek ji zarok birîndar bûn.
K24 – Mûsil

Peymnêrê K24ê Çekdar Cemal wek erkekî mirovî alîkariya xelkê wê taxê kir û zarokekî birîndar bi dest xwe kir û bire nexweşxaneya artêşa Iraqê.
Her di wê demê de, jin û mêrên wê taxê şerpeze dibin û her yek zarokekî hildigirin, ji ber wê sedemê Peyamnêrê K24ê û hemû tîma K24ê li wê taxê bilez bi hawariya xelkê tên û birîndaran bo nexweşxaneyê vediguhêzin.
Ji ber operesyona Mûsilê, rojane hejmarek ji xelkê sivîl dibin qurbanî. Herwiha DAIŞ jî xelkê taxên Mûsilê wek mertalên mirovî bikar tîne, ji ber wê sedemê roj bi roj hejmara qurbaniyên sivîl bilind dibe.