Li Wanê hemû corên çalakiyan hatin qedexekirin
Qedexe îro destpê dike û dê heta 10 rojan jî berdewam bike.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê her cûre çalakî û xwenîşandan heta 10 rojan hatin qedexe kirin.
Parêzgeriya Wanê bi daxûyaniyek nivîskî ragihand ku, bi hinceta parastina ewlekariya mal û canê welatiyan, her cûre çalakî, civîna çapemeniyê, mitîng, meş û xwenîşandan hatine qedexekirin.