Ebadî êrîşî Nûrî Malîkî dike

Serokwezîrê Iraqê bêyî ku nav aşkere bike, êrîşî li ser Nûrî Malîkî kir, ku ew sedemê dagîrkirina Mûsilê û têkşikandina artêşa Iraqê li hember DAIŞê bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê bêyî ku nav aşkere bike, êrîşî li ser Nûrî Malîkî kir, ku ew sedemê dagîrkirina Mûsilê û têkşikandina artêşa Iraqê li hember DAIŞê bû.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekez kir, ew kesê bûye sedema dagîrkirina Mûsilê, hewl dide nakokiyên mezhebî kûrtir bike û aloziyên mezin yên tayfî bîne rojevê.

Heyder Ebadî, ku bi helkeftina Çileya şehîdbûna Îmam Husên daxuyaniyek pêşkêş kir û tê de tekez kir, bi ti awakî qebul nakin, cardin nakokiyên mezhebî serî hildin, yan jî bên nûkirin.

Beşek mezin ya siyasetmedarên Iraqê di vê baweriyê de ne, Nûrî Malikî, ku berê Fermandarê Giştî yê hêzên çekdarî yên Iraqê bû, sedema dagîrkirina Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve bû.