Kusret Resûl piştevaniya xwe bo peyama Barzanî nîşan da

Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl di peyamekê de ragihand “Daxwaz ji hemû têkoşerên YNKê dikim ku bi hemû karînên xwe piştevaniya çareseriya siyasî û aborî ya di destpêşxeriya Barzanî bikin û bibin hêzeke hişyar û dilsoz bo xizmetê gel û niştîman.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Di peyama Kusret Resûl de hat, di van mercên aloz yên ku Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe, du caran rastî barekî dijwar di warê siyasî û aborî hatiye û rûbirûyî metirsiyên aloz û egerên cudacuda bûye. Di van mercan de girftên jiyan û guzariya xelkê Kurdistanê roj bi roj nexweştir bûn û aliyên siyasî yên Kurdistanê nikarîn parastina destkeftên gelê me û berjewendiyên bilind bikirina û hevkariyên hev bikirana.

Kusert Resûl got ku, destpêşxeriya Serok Barzanî derbarê wan mercan de erkê mezin yê Kurd û Kurdistanê û bayixeke mezin heye û deriyeke guncaw e bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê. Heger bi hişyarî û dilsozî cibicî bibe, dikarin pêngava baş bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û jiyanê yên xelkê bibînin. Ji ber wê:

  • Bi navê xwe û hevalên xwe pitevaniya vê pêngavê dikim û bi hemû karîn hewl didin bigihîne armanca xwe.
  • Daxwaz ji hemû têkoşerên YNKê dikim, ku bi hemû karînên xwe piştevaniyê li çareseriya siyasî û aborî di despêşxeriya Barzanî bikin û bibin hêzeke hişyar û dilsoz bi xizmeta gel û niştîman.
  • Hêvîdar im hemû partî û aliyên siyasî bi giyana lixwebordin û hestkirin bi berpirsiyatiya dîrokî hevkariyê bikin û bo ew destpêşxerî bicih bibe, da ku gelê me û Herêma Kurdistanê vê krîzê derbas bike.