Li Qamişlo teqîn: 2 birîndar
Li Qamişlo teqînekê rûda, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Qamişlo teqînekê rûda, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, otombîla Asayişa Rojava li çarxeriya “Mihebê” ya taxa Kornêş li Qamişlo bi bombeyekê rastî êrîşekê hat, di encamê de heta niha 2 endamên asayişê birîndar bûn.
Niha hêza asayişê cihê êrîşê dorpêç kirine.
Heta niha ti aliyekî berpirseyatiya wê êrîşê li xwe negirtiye.

