Asayişa Qamişlo 2 serkirdeyên PDK-Sê û rojnamevanek azad kirin
Asayişa Rojava 3 serkirdeyên PDK-Sê piştî zêdetirî 3 mehan ji zîndanên xwe azad kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojava 2 serkirdeyên PDK-Sê rojnamevanek piştî zêdetirî 3 mehan ji zîndanên xwe azad kirin.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, îro danê êvarê Asayişa Rojava endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Neşet Zaza û endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah û rojnamevan Berzan Şêxmûs ji zîndanên xwe serbest berdan.
Her du serkirdeyên ENKSê û wî rojnamevanî ve, ji roja 15 Tîrmehê ve, roja merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî ve di zîndanên Asayişa Rojava ve girtî bûn.
Tê zanîn hîn bi dehan endam û serkirdeyên ENKS û partiyên di nava ENKSê de di zîndanên Rêveberiya Xweser li Cizîr û Efrînê girtî ne.
ENKSê bo azadkirina girtiyên siyasî yên di zîndanên Rêveberiya Xweser de, gelek çalakiyên mangirtin, greva birçîbûnê û xwepêşandan li Rojava û li derve birêve dibin.