Li Şirnexê leşkerek hatin kuştin 5 jî birîndar bûn
Li Şirnexê bombeyek teqiya; leşkerek hat kuştin, 2 leşker û 3 cerdevan jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Şirnexê bombeyek teqiya; leşkerek hat kuştin, 2 leşker û 3 cerdevan jî birîndar bûn.
Li Bakurê Kurdistanê li bajarê Şirnexê dema ku hêzên ewlekariyê li çiyayê Cûdî li dijî gerîlayên PKK'ê operasyon encam didan, teqemeniya ku ji berê li ser rê hatî bicih kirin bi leşkeran ve teqiya.
Di encama teqînê de leşkerek hat kuştin, 2 leşker û 3 cerdevan jî birîndar bûn.
Di roja 14'ê Adarê de li navenda Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragehandin û hemberê endamên Yekîneya Parastina Sivîl (YPS) operasyon hat destpêkirin. Qedexe jî roja 14 vê mehê bi awayek sînordar dawî rabû, lê operesyonên hêzên ewlekariyê berdewam in.