Ahmet Turk hate girtin
Ahmet Turk ko ji Serokşaredaritiya Mêrdînê hatî derxistin piştî dadkirinê jî hate girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ahmet Turk ko ji Serokşaredaritiya Mêrdînê hatî derxistin piştî dadkirinê jî hate girtin.
Wezreta Navxwe yê Tirkiyê di 17ê Mijdarê de dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Ahmet Tûrk ji kar derxist.
Turk di 21ê Mijdarê de hate binçavkirin û piştî lêpirsîna dozger, dadgehê îro birayara girtina wî da.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê parêzgerê Mêrdînê Mustafa Yaman wekî qeyûm li şûna Ahmet Turk bo rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê destnîşan kiribû.