Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna bajarê Hile şermezar kir
Di teqînê de zêdeyî 100 kesî bûne qurbanî.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna bajarê Hile yê Iraqê ku, tê de 100 kes bûne bi tûndî şermezar kir.
Ev jî teqa daxuyaniyê ye
Roja pênçşem 24/11/2016 ji encama teqîneneke otombêleke bomberêjkirî ya li bajarê Hile 70 hemwelatiyên bêtawan şehîd û 20 ê din jî birîndar bûn.
Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî wê kirdara nemirovaneya terorîstan şermezar dikîn, pirse û serxweşiyên xwe jî ji bo malbat û kesukarên şehîdên wê rûdana diltezîn radigihînîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.
Ji wê yekê jî bawerîn ku, kirdarên nemirovaneya terorîstan û êrîşên bi vî awayî wan ji şikestên wan yên li bereyên şer xelas nake û çarenûsa terorîstan serşorî û ji navçûne.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
24.11.2016