HSD: Yekem car e leşkerên Amerîkî rû bi rû şerê DAIŞê dikin
Berî du rojan leşkerekî Amerîkî li bajarokê Êyn Îsa hate kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
Şêwermendê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) Nasir Mensûr ragehand ku, ev yekemîn care leşkerên Amerîkayê rû bi rû ligel çekdarên DAIŞê li bakurê Reqayê beşdarî şer dikin.
Derbarê vê Şêwermendê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) Nasir Mensûr ji rojnameya Şerq El-Ewswd re daxuyaniyek da, tê de ragehand ku, cara yekemîne şêwermendên leşkerî yên Amerîkî rû li Rojavayê Kurdistanê bi rûyê DAIŞê dibin.
Mensûr da zanîn ku, berî niha şêwermendên leşkerî yên Amerîkayê ligel Hêzên YPG li odeya operasyonan de bûn, lê niha di operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê ligel HSD beşdarî şerê li dijî çekdarên DAIşê dikin.
Daxuyaniya wî şêwermendê HSD di demekê de tê ku, berî du rojan şêwermendelî leşkerî yê Amerîkayê li bakurê bajarokê Êyn Îsa hate kuştin.