Kujerê Dr. Hişyar Îsmaîl hate girtin

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa Hewlêrê ragehand ku, wan kujerê Dr. Hişyar Îsmaîl û hevkarê wî desteserkirin.

Derbarê vê yekê Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir tê de hatiye amaje kirin ku:”Piştî lêkolîn û  lêgerînek berfireh li ser bûyera şehîdkirina Dr. Hişyar Îsmaîl, tîmeke lêkolîna Asayîşa Hewlêrê karî çendîn xelkên destpêkê bibînin.”

Herwaha aşkere kir ku, di encama lêkolîna îro danê sibê wan karî kujer û hevkarê wî bigirin, herwiha her du yan dan bi tawana xwe anîn.

Asayîşa Hewlêrê Tekezî li wê yekê kir ku lêkolîn derbarê wê tawanê berdewamin, dan zanîn ku, li gor rêyên û rêbazên  yasayî ew tevdigerin.