Li Dêrsimê termê 5 endamên PKK hatine dîtin
Di 23ê Çiriya Paşînê de li dijî endamên PKKyê 4 operasyonên asimanî pêk hatine û navçeya Çemîşgezekê herêma Alîbogazê bi şêweyek dijwar hatine bombebaran kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Parêzgeriya Dêrsimê ragihand ku, Tarmên 5 endamên PKKyê hatine dîtin.
Parêzgeriya Dêrsimê bi daxûyaniyek nivîskî ragihand ku, di 23ê Çiriya Paşînê de li dijî endamên PKKyê 4 operasyonên asimanî pêk hatine û navçeya Çemîşgezekê herêma Alîbogazê bi şêweyek dijwar hatine bombebaran kirin.
Di encama wê operasyna asimanî de hêzên leşkerî tarmên 5 endamên PKKyê digel çek û teqemaniyan dîtine.
Tarmên endemên PKKyê ji bo otopsiyê tên sekinandin.