Asayişa Dêrikê endamekî PDK-Sê azad dike
Asayişa Bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê endamekî PDK-Sê piştî 23 rojan ji zîndanê, azad dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê endamekî PDK-Sê piştî 23 rojan ji zîndanê, azad dike.
Peyamnêrê K24ê li Dêrikê ragihand, asayişa Dêrikê endamê Komîta Herêmê yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mesûd Hemdo ji zîndanê xwe serbest berda.
Mesûd Hemdo roja 6 Mijdarê li bajarê Dêrikê grûpek nenaskirî ve hatibû revandin û ber bi ciheke ne diyar ve biribûn.
Tê zanîn ku, îro Asayişa Dêrikê her du serkirdeyên Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê Cedan Elî û Hewas Ekîd azad jî azad kirin.