Ebdilkerîm Hacî: Rewşa tenduristî ya 3 girtiyan nebaş e
Endamekî PDK-Sê ku îro ji girtîgehên Rêveberiya Xweser hatibû azadkirin dibêje, rewşa tenduristî ya 3 girtiyên ENKSê ne baş e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî PDK-Sê ku îro ji girtîgehên Rêveberiya Xweser hatibû azadkirin dibêje, rewşa tenduristî ya 3 girtiyên ENKSê ne baş e.
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilkerîm Hacî ku ji K24ê re ragihand, di dema girtina wî de ku 108 roj bûn û Asayişa Rojava ew li gelek zîndanan gerand.
Hacî da zanîn ku, hîn 11 kes ji endamên ENKSê di zîndana Elaya ya Qamişlo de mane û rewşa tenduristî ya Berpirsê Rîvebir ê Polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl û endamê Komîteya Şêwirmendiyê ya PDK-Sê Selah Beyro û Xiyas Îsmalî gelekî xerabe.
Asayişa Rojava îro Ebdikerîm Hacî û endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê Ebdilmelik Hito û endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Fehan Hesen Hesen ji girtîgehên xwe azad kirin.