Asayîşa Qamişlo êrîşî xwepêşandana ENKSê kir
Birîndar hene.
K24- Navenda Nûçeyan
Îro Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi armanca nerazîbûn li ser girtina endam û serkirdeyên xwe xwepêşandanek bi rêve bir, lê xwepêşandan ji aliyê Asayîşa Qamişlo ve êrîş lê hate kirin.
Li gor peyamnêrê K24ê Asayîşê gule li ser xwepêşandanan hatiye kirin, di encam de li gor amarên destpêkê 5 kes birîndarbûne.