Li Tirkiyê 3 hezar 592 mamoste vegeriyan karê xwe

25'ê meha bihurî de li Diyarbekirê 2 hezar û 253 mamoste, li Mêrdînê jî 1450 mamoste vegeriyabûn karên xwe.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, 3 hezar 592 mamoste ku ji kar hatibûn dûrxistin, dê vegerin karên xwe.

Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê ragehand ku, derbarê mamosteyên ku, bi biryarnameya rewşa awarte ji kar hatibûn dûrxistin lêkolîn encam bûye. Di encamê lêpirsînê de 3 hezar û 592 mamosteyên ku ji kar hatibûn dûrxistin, dê vegerin karên xwe.

25'ê meha bihurî de li Diyarbekirê 2 hezar û 253 mamoste, li Mêrdînê jî 1450 mamoste vegeriyabûn karên xwe.

Bi biryarnameya Rewşa Awarteyê, li bakurê Kurdistanê nêzîkî 12 hezar mamoste  bi tometa alîgiriya PKK ji kar hatibûn dûrxistin.