Hevşaredarên Gever û Çelê jî hatin binçavkirin
Polîs nav avahiyên şaredariyê de lêgerîn dikin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Colemêrgê dijî 3 şaredariyên DBPyê opersyon hate kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de îro, polîsan li dijî Şaredariya Şemzînan, Çêlê û Geverê operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser avahiya şaredariyan de girtin.
Di encamê de Cigîra Şaredariya Geverê Adile Kozay hate binçavkirin. Herwiha Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz jî îro danê sibê di mala xwe hate binçavkirin.
Operasyon li dijî Şaredariya Çelê jî pêk hat û digel Hevşaredarên Çêlê Servet Tunç û Hîlal Dûman 9 kes hatin binçavkirin. Polîs nav avahiyên şaredariyê de lêgerîn dikin.