Wezîrê Karûbarên Navxweyî li Diyarbekirê ye

Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu li gel şandeke ji rêveberên ewlekariya Tirkiyê pêk hatî serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê dike. Soylu, li gel Qeymeqan û Qeyûm li parêzgeriyê li ser mijarên wekî erkdarkirina qeyûm bo şaredariyên DBP'ê, bergiriyên ewlekariyê û rewşa bajêr civînek pêk anî.

K24 – Diyarbekir

Wezîr Soylu, vê sibê di nav bergiriyên ewlekariyê yên berfireh de hat bajêr. Soylu ewil li Xana dîrokî ya bi navê Hesenpaşa taştê xwar û dûvre serdana esnaf û bazirganên navçeya Sûr a Diyarbekirê kir.

Li 6 taxên navçeya Sûra Diyarbekirê ji 2'yê Kanûna 2015'an ve qedexeya derketina kûçe û kolanan didome. Soylu, li ser xebetên nûjenkirina navçeya Sûrê jî agahî standin.

Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylu di Îlona 2016'an de li Enqereyê bi parêzgerên 22 bajarên Bakur re 9 demijêr û nîvan cîvana ewlekariyê kiribû. Li gorî gotinên Wezîr, heta meha Nîsana 2017'an dê li Bakur be.