Li Diyarbekrê teqîn: 2 zarok birîndar in
Li gor agahiyên ji deverê, di derdora demjimêr 15:00an de li taxa Iskenderpaşa girêdayî Sûr a Diyarbekirê, teqînek mezin rû daye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peymnêrê K24ê li Diyarbekirê Mahîr Yûksel ragihand ku, di derdora demjimêr 15:00an de li taxa Iskenderpaşa girêdayî Sûr a Diyarbekirê, teqînek mezin rû daye.
Li gor peyamnêrê me, di teqînê de 2 zarok birîndar bûne, temenê zarokekî 13 û yên din 11 salî ne, rewşa zarokê 13 salî jî metirsîdar e.
Peymêrê me diyar kir ku, herdu zaroka ev bombe dîtine û pê leyîstine, cerx li ser bombeyê gerandine û teqiya ye.
Herwiha polîsan jî cihê bûyerê dorpêç kirine.
