Barzanî pêşwazî li Serokê Îtilafa Sûriyê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê (Îtilaf) Enes Ebde kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê (Îtilaf) Enes Ebde kir.

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de Barzanî û şanda mêvan pêşhatên dawî yên li Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin. Hat gotin ku her du lîderan li ser rewşa xelkê bajarê Helebê yê Sûriyê, ku ji ber şer tengav bûne, jî axivîne.

Li gorî malperê, Barzanî û şanda Sûrî di beşeke din a hevdîtinê de behsa şerê Mûsilê jî kirin. Serokê Îtilafê pesnê Pêşmerge daye ku di şerê DAIŞê de bi mêrxasî şer kiriye û bi ser ketiye û pêkhateyên etnîkî û olî yên parêzgeha Mûsilê parastiye.

Di dawiyê de şanda mêvan spasiya Barzanî kir ku bi helkeftên cuda alîkariya gelê Sûriyê kiriye û bo wê yekê jî diyarek bi navê gelê Sûriyê pêşkêşî Barzanî kir.