PDK-T: Destdirêjiya li ser Ala Kurdistanê Rûreşî ye
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê- Tirkiye (PDK-T) derbarê destdirêjiya li ser ala Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistana li hember zordariya PYDê li berxwe didin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê- Tirkiye (PDK-T) derbarê destdirêjiya li ser ala Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistana li hember zordariya PYDê li berxwe didin.
Di daxuyaniya Serokê PDK-Tê Emîn Kardaş de hat “Li Rojavayê Kurdistana partiyên siyasî li ser xeta netewî li hember zordariya PYDê li berxwe didin. Kurdistana Rojava gelê Kurd li nirxên netewî xwedî derdikevin û bi hemû awayî siyaseta xwe li ser xetek welatparêzî û netewî rêve dibin. Lê PYDê pişta xwe daye rejimê û şerê Kurda dike.Gelek berpirsên ENKSê û partiyên di nava ENKSê de, girtine û di zindanên PYDê de ne. Tenduristiya wan ne baş e.”
Herwiha di daxuyniyê de hat jî “Di serî de ENKS û xelkê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo azad kirina girtiyan xwepêşandana dike û zordariya PYDê ji Raya Giştî re eşkere dike. Herî dawî çekdarên PYDê li Qamîşlo êrîş birin ser xwepêşandanê û hinek kes bîrindar kirin. Çekdarên PYDê avêtin ser avahiya ENKSê, PDKS û PYKSê û hinek kes girtin û birin.”
Di beşeke din ya daxuyniyê de hat “Li Bajarê Amûdê ser avahiya du partiyan de girtin û avahi têkbirin. Ala Kurdistanê li ser avahiyê anin xwar û avêtin erdê. Herweha destdirêjahiyek ne ehlaqî kirin û Ala Kurdistanê şewitandin.”
Serokê PDK-Tê Emîn Kardaş got: “Em her destdirêjî û bêrêziya li himber sembola netewî Ala Kurdistanê şermezar dikin. PYD dê di bin vî tawanî de bimîne û ev kiryar bibê rûreşiyek mezin ji bo siyaseta ku dikin. Ala Kurdistanê dê her tim bilind be. Di vê pêvajoya ku behsa ragihandina dewletek Kurdistanî tê kirin helwesta ku li dijê nirxên Kurdistanî tenê dikeve di xizmeta dijminên Kurdistanê de.Divê ev kiryara PYDê ji aliyê her Kurdekîve bê şermezarkirin û ew bêne rejimandin.”