HDP:Azadî û Demokrasî hatiye zindanîkirin
HDPê da zanîn ku, wê tekoşîna wan berdewam be.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Çep a Norwecê Audun Lysbakken digel parlementerekî partiya xwe hewl da serdana Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Fîgen Yuksekdag ku, li girtîgeha Kandirayê girtî ye bike. Lêbelê destûr ji bo wan nehate dayîn.
Cigîrê Hevserokê HDPyê Aysel Tugluk karî wekî parêzer digel Yuksekdag hevdîtin pêk bîne. Yuksek bi riya Tugluk da zanîn ku, ew zindanî bin jî azad bin jî dê têkoşîna wan berdewam bike.