Joe Biden ligel Mesrûr Barzanî dicive

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden ligel Şêwirmendê Asayişê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê dicive.

K24 – Washington

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden ligel Şêwirmendê Asayişê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê dicive.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Amerîka kir, ku di şerê li dijî DAIŞê de hevkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Herwiha Şêwirmendê Asayişê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de amaje bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê jî kir.

Li hemberê, Joe Biden qurbanîdana Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û got: “Pêşmerge hêza herî bi bandor e di têkşikandina DAIŞê de.”

Di hevdîtinê de her yek ji Seroka Encûmena Asayişa Amerîka Avril Haines û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk jî amade bûn.

Ji hefteyekê ve şandeke bilind ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî li Amerîka ye û bi berpirsên pilebilind yên hikûmeta û Kongressa wî welatî re hevdîtin û civînan dike.

Hevdîtina berê ya di navbera Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden û Şêwirmendê Asayişê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî – Arşîv