Qayûm Daxwaza ValaKirina Avahiya Berê Ya KCDê Kir
Qayûmê Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê, ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxwaza vala kirina avahiya ku lê dima kir. Avahiya Mêvanxaneyê ya Şaredariya Diyarbekirê ji aliyê KCDê ve dihat bikaranîn. Piştî ku ji bo Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê Qayim hat danîn jî, di ji KCDê hat xwestin wê avahiyê vala bikin.

K24 – Diyarbekir
Qayûmê Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê, ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxwaza valakirina avahiya ku lê dima kir. Avahiya Mêvanxaneyê ya Şaredariya Diyarbekirê ji aliyê KCDê ve dihat bikaranîn. Piştî ku ji bo Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê Qayim hat danîn jî, di ji KCDê hat xwestin wê avahiyê vala bikin.
Rêvebirên KCDê jî ragihandin ku jixwe wan ji beriya daxwaza qayûm bar kirine avahiyeke din û 20 – 25 roj e li avahiya xwe ya nû dimînin.
Avahiya Mêvanxaneyê ya Diyarbekirê, di serdema ku Ahmet Bîlgîn li Diyarbekirê Serokat Şaredarî kiriye de hatiye avakirin. Û piştî 2007-an jî, ji aliyê KCDê ve dihat bikaranîn.
Piştî ku di 25ê Kewçêrê de hevserokên Şaredariya Diyarbekirê Firat Anli û Gultan Kişanak hatibûn binçav kirin û 5 roj şûnde jî biryara girtina wan hatibû dayîn, Qaymeqamê Etîmeskuta Enqereyê Cumalî Attila ji aliyê wezareta navxweyî ya Tirkiyeyê ve wek Qayûm hatibû peywirdar kirin.