Spanya hêzeke taybet dişîne Iraqê

Spanyayê biryar da bo hevkariya hêzên Iraqî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzeke taybet bişîne Iraqê.

K24 -  Navenda Nûçeyan

Spanyayê biryar da, bo hevkariya hêzên Iraqî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzeke taybet bişîne Iraqê.

Parlementoya Spanyayê di rûniştineke taybet de biryar da 125 leşkeran bişîne Iraqê, bo hevkariya hêzên Iraqî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de bike.

Bi vê biryarê, hejmara leşkerên Spanyayê li Iraqê digihe 425 leşker, ku rola wan leşkerên Spanî perwerdekirin û rahênankirina hêzên Iraqî ne û bi ti awayekî beşdariyê di operasyona Mûsilê de nekin.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê 17 Cotmehê dest pê kir, hêzên Pêşmerge û artêşa Tirkiyê heta niha karîn rûbereke berfereh ji destê DAIŞê rizgar bikin.

 

 

Fly Erbil Advertisment