Zarokên Sûrî Kanadiyan sersam dikin

Di demekê de ku bi hezaran kes hîn li Helebê di dorpêçê de ne û di bin bombebaranê de ne, lê berî salekê hejmarek ji zarokan ligel malbatên xwe karîn xwe rizgar bikin û bigihin welatê Kanadayê. Roja pêncşemê 8 Berçele hejmarek ji zarokê Sûrî li endamên Encûmena Giştî û Serokwezîrê Kanadayê stran gotin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor raporteke “BBC Kanada” grûpek ku ji 26 zarokên Sûrî pêk hatibû, beşdarî wê ahengê bû û stran bo aştî û aramiyê gotin. Bi bineya derbasbûna salekê li ser gihêştina wan zarokan di riya firokxaneyan bo Kanada, karvedaneke erênî di kolana Kanadayê de çê kir.

Zarokan bi Erebê, Îngilîzî û Fransî stran gotin û bû cihê razemendî û sersamiya Kanadiyan.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau piştî bidawîbûna ahengê spasiya zarokê penaber kir û li tûra pêwendiyên civakî kêfxweşiya xwe bi zarokan derbirî.

Di Berçeleya borî de, Serokwezîrê Kanadayê li firokxaneyê pêşwaziya yekem karwana penaberên Sûrî kir û mafê penaberiyê dan wan, bi derbasbûna salakê li ser hatina wan penaberan çendîn çalakî birêve çûn.