Koçberî û hejariya malbateke Rojavayê Kurdistanê
18'ê Berçele, Roja Koçberan a Navneteweyî ye. Di vê rojê de gelek koçber di nav şert û mercên giran de jiyana xwe didomînin. Bi taybetî jî xelkê Rojavayê Kurdistanê ku gelek jê koçberê Bakurê Kurdistanê bûne, di nav rewşeke dijwar de ne. Yek ji van malbatan jî malbata Mihemed Qato ye. Malbata Qato, niha li Erxeniya Diyarbekirê jiyana xwe didomîne û li benda vegera warê xwe ye.
K24 – Diyarbekir

Piştî êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser bajarê Rojavayê Kurdistanê Kobanê, gelek kes neçar man ku ji mal û warên xwe derkevin û bikevin ser rêya koçberiyê. Gelek malbat piştî ku demekê li navçeya Pirsûsa Rihayê mane, paşê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav bûne. Yek ji van malbatan jî malbata Mihemed Qato ye ku niha li Erxeniya Diyarbekirê dijî.
Mihemed Qato amaje dike ku jiyana koçberiyê gelek dijwar e û behsa derketina xwe ya ji Kobanê dike û ji K24ê re dibêje: "Dema ku DAİŞ êrîşî Kobanê kir, em neçar man ku ji Kobanê derkevin. Zarokên min biçûk bûn, ez mecbûr bûm ku derkevim. Em derbasî Pirsûsê bûn çend rojan li wir man. Paşê jî em hatin Erxenî em niha di nava şert û mercên giran de li vir in."
Mihemed Qato ev 3 sal in ku ji warê xwe dûr ketiye. Bi rêya çend naskiriyên xwe gihîştiye Erxeniya Diyarbekirê. Li vê derê ji xwe re xaniyek peyda kiriye û tevî hevjîn û zarokên xwe li vê derê dimîne.
Hevjîna Mihemed Qato, Medîne Qato dibêje ku, jiyana koçberiyê ji xwe têra xwe giran û xembar e û ligel vê yekê jî êşa keça wê Hediye ya 2 salî jiyana wan xembartir dike. Hediyeya 2 salî, di demên koçberiyê de hatiye dinê û herdu çavên wê jî ji roniya dine bêpar in. Ev yek dayîka wê Medîne dixe fikar û xemgîniyê.
Medîne Qato li ser keça xwe ya nexweş ji K24ê re axivî û got: "Keça min dinê nabîne. Em li ser gelek bijişkan geriyan lê ji keça min re çareseriyek nehate dîtin. Em dixwazin denge me were bihîstin. Ez jî dayîk im. Ez gelek li ber keça xwe dikevim."
Mihemed Qato û hevjîna wî Medîne Qato, di nav hejariya koçberiyê de li benda wê rojê ne ku dîsa wekî demên berê, li Kobanê jiyan geş bibe û ew jî vegerin ser warê bav û kalên xwe.