Bo zarokên penaber “Pirtûkxaneya Firok”
Yek ji arîşeyên herî mezin ya zarokên penaber ew e ku, gava diçin welatekî din zû bi zû nikarin di gel hemsalên xwe têkilî daynin û ji ber zehmetiyên adaptasyona civakî jî nikarin ji travmayên xwe azad bibin. Çend rêkxistinên sîvîl yên ji Tirkiyê û Almanyayê ji bo çareserkirina vê arîşeyê dest bi projeyekê kirin. Bi saya vê projeya ku bi navê "Pirtûkxaneya Firok" bi dehan zarokên penaber ji nû ve jiyana xwe saz dikin.
K24 – Stenbol
Yek ji arîşeyên herî mezin ya zarokên penaber ew e ku, gava diçin welatekî din zû bi zû nikarin di gel hemsalên xwe têkilî daynin û ji ber zehmetiyên adaptasyona civakî jî nikarin ji travmayên xwe azad bibin. Çend rêkxistinên sîvîl yên ji Tirkiyê û Almanyayê ji bo çareserkirina vê arîşeyê dest bi projeyekê kirin. Bi saya vê projeya ku bi navê "Pirtûkxaneya Firok" bi dehan zarokên penaber ji nû ve jiyana xwe saz dikin.
Ji ber sedema şerê navxweyî yê li Sûriyê mijara zarokên penaber li cîhanê wekî yek ji arîşeyên herî mezin tê rojevê û ji bo çareserkirina vê arîşeyê jî gelek proje tên sazkirin. Yek ji wan projeyan jî li Stenbolê dest bi kar kir. Proje ji aliyê çend rêkxistinên sivîl yên Tirk û Alman ve tê piştgirî kirin.
Koordînatora Projeyê Tîjen Togay ji K24ê re axivî û got: “Navê vê projeyê Pirtûkxaneya firok e lê ew ne tenê pirtûkxaneye; di vê pirtûkxaneyê de fîlm, şano, perwerdehiya zarokan û li aliyekê jî beşa kêfê heye. Em hewl didin ku bi saya şano, perwerdehiya sîrka civakî, hîphop û mûzîkê zarokan di gel hev bidin nasîn û jiyana bi hevre asantir bikin.”
Pirtûkxaneya firok ku yekemîn car beriya 2 salan li Mêrdînê veniştibû vê carê li Stenbolê di bexçeyê komeleya penaberan de venişt.
Bi saya vê projeyê zarokên penaber di gel zarokên hemsalên xwe yên ji Tirkiyê, di mekaneke hevpar û rengîn de bi hevre dem derbas dikin û hevdû nas dikin. Zarok li vê derê tenê na lîzin; herwiha bi çalakî û waneyên cûda tên perwerde kirin û behremendiyên xwe jî pêş dixin.
Zarok Ereb dibêje: “Dema ku min ev proje bihîst min jî xwest tê de cî bigirim. Em li pirtûkxaneyê perwerdehiyê dibînin û paşê jî zarokên din perwerde dikin. ji bilî vê em nûmayîşên hûnerî jî lidardixin. Ez bi vê projeyê gelekî dilşad im.”
Zarokekî din yê Kurd jî got: “Berî niha ez li Helebê bûm. Paşê hatim Mêrdînê. Ez diçûm dibistana ku ji bo zarokên ji Surî hatibû vekirin. Mamosteyê min belavoka vê projeyê nîşanî me da û ez jî beşdar bûm. Ev 2 sal in ez di vê projeyê de cî digrim.”
Zarokên ji Tirkiyê jî ji hevdîtinên di gel van zarokên ku ji ber şer penaber bûne gelekî dilşad in.
Herwiha Zarokekeî Tirkî jî got. “Ez li pirtukxaneya firok de fêrî lîstika dar ling û ya gogê bûm. Lîstikên ku fêr bûme min nîşanî zarokên din jî da û hemû jî gelekî pê dilşad bûn. Zarokên ku ji Sûrî hatine gelekî tirsok û xemgîn bûn; bi saya vê projeyê piçekî kêf xweş bûn.”
Pirtûkxaneya firok ku ji ber perwerdehî, dilşadî û xeyalên zarokan hatiye sazkirin; herêm bi herêm di fire û ji bo zarokan mekanên ewle, hêvî, hevaltî û xoşewîstiyê di gel xwe tîne.
Projeya ku niha tenê li Mêrdîn û Stenbolê dest bi kar kiriye, tê plan kirin li bajarên din yên ku penaber lê dijîn were saz kirin.