Naveroka civîna Serok Barzanî û Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 2ê Gulana 2026an, pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê yê erkdarkirî Elî Zeydî û şandeke pê re ya Çarçoveya Hevahengiyê kir.

Di hevdîtinê de, behsa pêwîstiya lezkirina di pêkanîna hikûmetê de li gorî îstîhqaqên hilbijartinê û herwiha pabendbûna bi demên destûrî ve hat kirin.

Her di heman hevdîtinê de, Serok Barzanî behsa pêşhatên herî dawî kir û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên hilawistî yên navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de kir.

Serok Barzanî herwiha destnîşan kir, cîbicîkirin û pabendbûna bi destûrê çareseriya bingehîn e û daxwaz kir ku ji bo aramiya welat, divê hemû alî pabendî destûrê bin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serokwezîrê raspartî Elî Zeydî ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê, tekezî li ser pêwîstiya derbaskirina mijarên nerênî yên raboriyê û vekirina rûpeleke nû di pêwendiyên navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir. Di heman demê de, Zeydî û şanda pê re daxwaz kirin ku fraksiyona parlamenî û tîma hikûmî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo beşdariyeke çalak di proseya siyasî û pêkanîna hikûmetê de, vegerin Bexdayê.