Êrîşa Stenbolê: 2 welatiyên Herêma Kurdistanê mirin
Li Stenbolê di êrîşa ku li dijî hemwelatiyên sivîl hat kirin de 39 kes mirin, 69 kes jî birîndar bûn. Di nav qûrbaniyan de 2 kesên ji Herêma Kurdistanê jî hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê di êrîşa ku li dijî hemwelatiyên sivîl hat kirin de 39 kes mirin, 69 kes jî birîndar bûn. Di nav qurbaniyan de 2 kesên ji Herêma Kurdistanê jî hene.
Peyamnêrê K24 li Stenbolê ragihand, di êrîşa roja yekem a sala nû de jî li Stenbolê hola şahiyan a Reinayê 2 welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dan, navên Ehmed Resam El-Anî û Mistefa Celel in û bo Herêma Kurdistanê hatin veguhastin.
Di roja yekem a sala nû de jî li Stenbolê hola şahiyan a Reinayê êrîşeke terorî hat. Piştî êrîşê hat diyar kirin ku 39 kes mirin, ji nava kuştiyan 24 kes geştiyarên ji welatiyên biyanî ne, herwiha 65 kes jî birîndar bûn.
Şahidê bûyerê Elend Şêrwanî duh ji K24 re çêra bûyerê kir û got: “Ez digel hevalên xwe hatibûn klubê, dema ez derketibûm derva êrîşkar bi cilekî reş bi çekê destê xwe peywirdarekî kuşt, dûv re ket hundir. Rûyê wî girtibû. Tenê çavê wî xuya dikir. 4-5 deqe li hundir ma êrîş kir dûv re reviya.