Dayika Ayşe çi ji Serokê Fransayê re got?

Dayika Ayşe, ku diya 3 şehîdên Pêşmerge ye di şerê DAIŞê de şehîd bûbûn, beşdarî rêwresama pêşwazîkirina Serokê Fransa François Holand bû û peyama dayikên şehîdan gihande Serokê Fransayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dayika Ayşe, ku diya 3 şehîdên Pêşmerge ye di şerê DAIŞê de şehîd bûbûn, beşdarî rêwresama pêşwazîkirina Serokê Fransa François Holand bû û peyama dayikên şehîdan gihande Serokê Fransayê.

Di rêwresma pêşwazîkirina Serokê Fransa François Holand de, Dayika Ayşe ji Holand re got: “Wek diya 3 şehîdan pêşwaziya cenabê te dikim û spasiya we dikim ku we hevkariya Pêşmergeyan kiriye û hêvîdar im hevkarî û piştevaniya zêdetir ji Kurd re bikin.”

Serokê Fransa François Holand serê Dayika Ayşe maç kir û jê re got: “Qurbanîdana we terror jinav bir.”

François Holand yekem serokê welatekî Ewropî û cîhanê ye bo cara duyem serdana Herêma Kurdistanê dike, serdana yekem berî 2 salan bû û wê demê çekdarên DAIŞê navçê şer dikir.

Fransa yek ji welatên bibandor e di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Herêma Kurdistanê jî di wê hevpeymaniyê de endam e û rola wî ya sereke di rûbirûbûna çekdarên DAIŞê de hebûye.

Holand îro careke din hate Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, lê vê care mercên cudatir hene, ji ber di serdana yekem ku di 12 Îlona 2014an de bû, çekdarên DAIŞê hin navçeyên Iraqê û Herêma Kurdistanê dagîr kiribû. Herwiha wê demê mehek di ser dagîrkirina Şingalê re derbas bûbû.

Lê serdana îro ya Holand û hevdîtina wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser xaka Herêma Kurdistanê cuda ye ji serdana yekem. Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 2 Mijdarê piştî 2 hefteyan ji destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, li bajarokê Başîkê ragihand: “Hêza Pêşmerge serkeftineke mezin bidest xistiye û dikarim bibêjim nêzîkî hemû xaka Herêma Kurdistanê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye.”