Barzanî û Holand di civînê de ne

Piştî serdana eniyên şer li çiyayê Zertik, berî bîstekê Serokê Herêma Kurdistanê li koşka taybet bi pêşwaziya şandên dîplomasî pêşwaziya Serokê Fransa François Holand kir û civîna wan ya taybet dest pê kir.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî serdana eniyên şer li çiyayê Zertik, berî bîstekê Serokê Herêma Kurdistanê li koşka taybet bi pêşwaziya şandên dîplomasî pêşwaziya Serokê Fransa François Holand kir û civîna wan ya taybet dest pê kir.

Di merasîma pêşwazîkirina Serokê Fransayê de, her yek ji Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kusret Resûl Elî, Sekreterê Partiya Sosyalist Demokratîk a Herêma Kurdistanê Mehemed Hacî Mehmûd û Fermandarê  ji hêza Pêşmerge Cafer Mistefa amade bûn.

Biryar e piştî civînê konferanseke rojnamegerî lidar bixin.