Barzanî bo Holand: Piştevaniya me bikin ta digihin hêviyên xwe

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, niha şer li nava çekdarên DAIŞê ye, lê nayê wateya ku şerê terorê bidawî bûye, ew metirsî hîn heye.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, niha şer li nava çekdarên DAIŞê ye, lê nayê wateya ku şerê terorê bidawî bûye, ew metirsî hîn heye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Serokê Fransa François Holand di konferansa rojnamegerî de ragihand û got: “Careke yekem ku şer di demeke aloz de bû, û nêzîkî paytexta me kiribû, we mocezafe kir û serdana me kir, ew helwesteke mezin bû.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: “Bi hatina we em serbilind in.”

Serok Barzanî got jî: “Em hemû dibînin ku Fransayê piştevaniya me kir û hêvîdar in tevahiya Fransayê piştevaniya me bike, da ku hêviyên me bicih bibin.”