Holand: Ne ji Pêşmerge ba zehmet bû DAIŞ têk biçûya
Serokê Fransa François Holand ragihand: “Em serbilind in bi erkê ku Pêşmerge encam dide û pêwîst e em hev re derbarê nehêştina terorê kar bikin, ji ber ku ew ne tenê erkê Pêmerge ye û erkê me hemûyan e.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransa François Holand ragihand: “Em serbilind in bi erkê ku Pêşmerge encam dide û pêwîst e em hev re derbarê nehêştina terorê kar bikin, ji ber ku ew ne tenê erkê Pêmerge ye û erkê me hemûyan e.”
Serokê Fransa François Holand bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê konferanseke rojnamegerî lidar xist û got. “Em îro çûn wan navçeyên ku bi azayetî û xwîna Pêşmerge rizgar bûbûn.”
Herwiha Holand got: “Heger Pêşmerge nebûya, zehmet bû ku ev navçe bihatana rizgarkirin û DAIŞ têk bişikiya.”
Serokê Fransa François Holand got jî: “Fransa beşdariyê di operasyona rizgarkirina Mûsilê dibe û pêwîst e plana me bo pêşeroja Mûsilê hebe.”
Herwiha Holand got jî: “Tiştekî girîng li vir heye, ku hemû pêkhate û ol ji aliyê Pêşmerge tên parastin û ew cihê balkêşiyê ye.”