IHD: Îşkenceyên giran li girtiyan tên kirin

Li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê ÎHD’ê malbatên girtiyên Girtîgeha Bandirmayê ya bajarê Balikesîrê, li hev civiyan û li ser rewşa xizmên xwe yên girtî daxuyaniyê da. Li gorî amajeyên malbatên girtiyan, di pêvajoya Rewşa Awarte de êşkenceyên giran li girtiyan tên kirin. Malbatan amaje kir ku destrûra hevdîtinan jî bi kêfî tê astengkirin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê îro xizmên girtiyan, li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê li ser rewşa dawîn a girtiyan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de xizmên girtiyan bixwe qala rewşa girtiyên xwe kir. Li gorî amajeyên malbatan, êşkenceyên giran li girtiyan tên kirin û heta cixare jî li ser rûyên wan hatine tefandin. Hin malbatan jî amaje kir ku, ji aliyê derûniyê ve jî bi ser girtiyan ve diçin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê Racî Bîlîcî jî digel malbatan, qala agahiyên ber destên rêveberiya xwe kirin. Bîlîcî amaje kir ku di rewşa awarte de zordestî li girtiyên siyasî gelek zêde bûye û ew ê şopînerên van helwestan bin.

Fly Erbil Advertisment