Demîrtaş: Rêgirtin li pêş êrîşan, bi bêdengkirina Kurdan nabe
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, êrişa şeva sersalê ya Stenbolê bi tundî şermezar kir û daxuyakirin, pêşîgirtina rûdanên wiha bi aştiya civakî dibe, bi bêdengkirina Kurdan û HDPê nabe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, êrişa şeva sersalê ya Stenbolê bi tundî şermezar kir û daxuyakirin, pêşîgirtina rûdanên wiha bi aştiya civakî dibe, bi bêdengkirina Kurdan û HDPê nabe.
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji Zîndana Edîrneyê derbarê rûdana sersalê de peyamek şand û da zanîn, qeyran û aloziya niha heye, ne qedera welêt e.
Demîrtaş da zanîn, hikûmeta Tirkiyê zext û fişar daniye ser siyasetmedar, rojnamger, akademîsyen û nivîskarên ku rexne dikin û ev jî di warê hestiyarî de welatê parçe dike û civakê ber bi qeyranê dibe.
Herwiha Demîrtaş bang li gelan kir ku, cudahiyên netewî, bawermendî, raman û şêwaza jiyanê divê wek dewlemendî bên zanîn û bo damezrandina aştiyek mayînde, divê civak xwedî li azadiyan, maf û demokrasiyê derkeve.
Di çarçoveya operasyona li dijî HDP'ê de ku serê meha Mijdarê hatibû destpêkirin ligel Selahatîn Demîrtaş 10 parlamenterên HDP'ê hatin girtin. Demîrtaş ji 4 meha Mijdarê ve di zîndana Edirneyê de girtî ye.