Li 10 gundên Diyarbekirê qedexe hat ragehandin
Li 10 gundên navçeya Licê ya Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragehandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li 10 gundên navçeya Licê ya Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragehandin.
Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragehand, di çarçoveya operasoyonên hember PKKê de li 10 gundên Licê qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.
Herwiha di daxuyaniya parêzgariya Diyarbekirê de hatiye ku, bi armanca derxistina gerîlayên PKKê ji wê navçeyê û operasyon hatine destpêkirin û ji bo ku sivîl zirarên nebînin jî qedexe hatiye ragihandin.
Hat ragehandin, qedexe îro demjimêr 5'ê sibê dest pê dike û heta fermaneke nû dê berdewam bike.