Professorek: Malbata Esed Kurd e

Professor Izedîn Mustefa Resûl ragihand, binemala Esed ya li Sûriyê ji binemaleke Kurd ya Yarsan in û ji xelkê Xaneqînê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Professor Izedîn Mustefa Resûl ragihand, binemala Esed ya li Sûriyê ji binemaleke Kurd ya Yarsan in û ji xelkê Xaneqînê ne.

Dr. Izedîn Mustefa Resûl gotarek bi navê “Şam û Heleb” di rojnameya “Kurdistana Nû” de belav kiriye, tê de nivîsiye: “Malbata Esed binemaleke Kurd a Yarsan in û ji xelkê Xaneqînê ne.”

Behskirina vê pirsê û diyarkirina rastiya binemala Esed ji aliyê wî nivîskarê Kurd ve di demekê de ye, ku pêwendiyeke gelek bihêz ya malbata Esed bi serkirdeyên Kurd bi taybetî Sekreterê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokomarî berê yê Iraqê Celal Talebanî re heye.

Malbata Esed di sala 1971an bi damezrandina hikûmeta dîktetorî ya Partiya Beis re desthilatiya Sûriyê dikin û di sala 2000an de piştî koça dawî ya Hefiz Esed, kurî wî Beşar Esed hate ser desthilata Sûriyê. Di sala 2011an de di çarçoveya “Buhara Erebî” de şerê navxweyî li wî welatî dest pê kir û hin navçeyên Sûriyê jidest dane.

Malbata Esed ji Elewiyên parêzgeha Laziqiyê ye û ser bi eşîra “Kilbî” ve ye. Navê malbata Esed vediger sala 1927an ku di wê demê de Elî Silêman (1875-1963) paşnava Esed ji xwe re danî. Malbata Esed xwe bi navê Elî Silêman û jina duyem ya wî dizanin, ku ji gundekî berava rojavayê Sûriyê hatiye.

Kurdên Yarsanî yan (Kakaî) yek ji şaxên ola Êzidiya kevin e, ola beşeke mezin ya Kurdan bû, piştî hatina ola Îslamê hejmara wan kêm bûye û niha Kurdên Yarsanî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dimînin.