Qedexeya li navçeya Licê hate rakirin

Qedexeya derketina derva ya li gundewarên navçeya Licê hate rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qedexeya derketina derva ya li gundewarên navçeya Licê hate rakirin.

Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de qedexeya derketina derva ya li navçeya Licê ku 2 roj berê hatibû ragihandin hatiye rakirin.

Li bajarê Diyarbekirê gundewarên Licê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de gelek caran berî operasyonê qedexeya derketina derva tê ragihandin.