PDK-Sê şehîdekî Pêşmergeyê Rojava li Hewlêrê bibîr anî

Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriya (PDK-S) merasîma salvegera şehîdê Pêşmergeyê Rojava li Hewlêrê bi bîr anî.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriya (PDK-S) merasîma salvegera şehîdê Pêşmergeyê Rojava li Hewlêrê bi bîr anî.

Hejmarek ji serkirde û kadroyên PDK-Sê, merasîma salvgerera şehîdê Pêşmergeyê Rojava Selahedîn Mihemed Hiso li Nahiya Keznezan li Hewlêr bi bîr anîn.

Bav û diya şehîd Selahedîn jî ji bo di salvegera kurê xwe de beşdar bibin, ji bajarê Efrînê gihêştin Hewlêrê.

Şehîd Selahedîn ji daykbûna gundê Hesendêra yê bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ye, di 5 Çileya 2016an li nahiya Rebîa li hember şerê terorê şehîd bibû, ji ber ku Efrîn di dorpêçê de ye, termê wî şehîdî li Hewlêrê bi xakê hate spartin.