Li Dîlokê şer derket: Polîsek birîndar bû

Li pêşiya Rêveberiya Ewlekariya ya bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê şer derket.

Li Dîloka Bakurê Kurdistanê, komek çekdaran êriş li avahiya Birêveberiya Ewlekariyê kirin, di encamê de êrişberek hat kuştin û pîlesek jî birîndar bû.

Di demjimêrên êvarê de, 2 êrişberan bi çek û teqameniyê êriş li avahiya polîsên Dîlokê kirin. Beriya ku bikevin avahiyê pevçûn derket.

Di encamê de polîsek birîndar bû û êrişberek jî hat kuştin, êrişberê duyem ji cihê bûyerê reviya.

Her wiha hêzên ewlekariyê welatî û polîs agahdar kirin ku, li Dîlokê 2 otombêlên bombebarkirî hene.

Bi bûyerê re pêwendîdar, li cihê bûyerê hin kesên ku awareyên Sûriyê ne hatin binçavkirin.

Meha Gulanê, DAIŞ bê otombêlek bombebarkirî êriş li heman avahiyê kiribû û di encamê de 3 polîsan canê xwe ji dest dabûn.