Yuksek: Em rêzê li îradeya gelê Başûr digirin
Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek bi çapameniyê re civînekê li dar xist û rewşa dawî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê nirxand.
K24 – Diyarbekir
Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek bi çapameniyê re civînekê li dar xist û rewşa dawî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê nirxand.
Yuksek li ser çêkirina destûra nû û guhertina pergala Tirkiyeyê da zanîn ku, ew bi awayekî ji ber nêzîk nabin. Hevserokê DBP’ê ragihand ku pêwistiya civakê, bi guhêrîn û destûreke sivîl û demokratîk heye, lê ev destûra ku tê çekirin bi wî rengî nîn e û ji aliyekê ve tê ferzkirin.
Yuksek anî zimên ku, divê yekser alî şer rawestînin, da ku bê kuştin û mirin çareserî ji aliyê siyasete ve bê peydakirin.
Kamûran Yuksek amaje bi serdana xwe ya bo Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku encamine baş ji wê serdanê wergirtin. Yuksek li ser serxwebûna Kurdistanê û pêwendiyên Kurdan jî wiha got: “Em rêzê li îradeya gelê Başûrê Kurdistanê dixwazin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”