PDK daxuyaniyek ji 6 xalan belav dike
Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demorata Kurdistanê (PDK) piştî civîna xwe ya îro, daxuyaniyek belav kir û naveroka civînê bo raya giştî aşkere kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demorata Kurdistanê (PDK) piştî civîna xwe ya îro, daxuyaniyek belav kir û naveroka civînê bo raya giştî aşkere kir.
Civîna ku bi serpereştiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî birêve çû, di daxuyaniya wê de amaje bi 6 xalan hate kirin, ku di yekem civîna sala 2017an de hatine gotûbêjkirin, ji wan jî, proseya azadkirina Mûsilê, rewşa navxweyî ya herêmê, pêwendiyên di navbera herêm û Bexdayê de, pêwendiyên bi welatên cîhanî re, çaksaziya hikûmet û herwiha jiyan û barê aboriyê yê welatiyan.
Yekem, proseya azadkirina Mûsilê û çawaniya beşdariya Herêma Kurdistanê li gorî rêkeftinê encam dabû, herwiha girîngiya azadkirina bajêr û derdora wê di warê ewlehiya Herêma Kurdistanê de.
Duyem, rewşa nexweyî ya Herêma Kurdistanê: Tekezî li ser cidîtiya çareserkirina pirsgirêkên navxweyî vekirî ye û bi taybetî piştî destpêşxeriya Serok Barzanî û serdana şanda PDKê ji aliyên siyasî û netewên Kurdistanê û guftûgoya rasterast li ser diyarkirina mîkanîzma cibicîkirina naveroka destpêşxeriyê, berve avakirina zemîneyekê bo yekrêzîiya navmala Kurdistanê.
Sêyem, Pêwendiyên ligel Bexdayê: Hewleke tê kirin bo hilweşandina jihevtêgihêştin û rêkeftina ku piştî rûxandina rêjîmê, ku bi awayekî sazan û tewafiqî encam dabû. Herwiha hewl tê kirin bo perensîpa piranî û kêmanî di hikumraniya Iraqê de were spandin, ku Kurd û Kurdistanî jî dibin zirazmendên yekem in ji vê yekê, ji ber wê divê rêkxistin û lêvegerek di pêwendiyên Iraq û Kurdistanê de were kirin, ku di asta dîroka xebat û qurbanîdana xelkê Kurdistanê de be.
Çarem, pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîhanê re û hatina serok û şandên welatan wek piştevaniyekê bûn bo Herêma Kurdistanê û xaleke erênî û bi nirx bûn.
Pêncem, derbarê çaksazî û karûbarên hikûmetê de, civînê piştgirî da wê prose û mîkanîzma yasayî ya ku ji bo wê hatiye diyarkirin. Herwiha derbarê rêkxistin û çaksaziya navxweyî ya PDKê de piştî bidawîanîna karê komîta diyarkirî bo amadekirina raport û lêkoîneke guncaw, bi pêwîstî zanî ku di demeke nêzîk de dest bi cibicîkirinê bike.
Şeşem, derbarê bi jiyan û barê aborî yê welatiyan de: Welatiyên Kurdistanê bi xweragirî bergîriya li krîza aborî kirin, tevî spasî û pêzanîna serkirdayetiya PDKê ji wê xweragiriyê re, pêwîst e hewlên cidî werin kirin bo başkirina jiyana xelkê. Herwiha piştevaniya hewla hikûmeta herêmê bê kirin bo derbaskirina vê krîzê. Herwiha civînê hêvî kir ku sala 2017an bibe sala serkeftina li ser pirsgirêkên siyasî û aborî û bibe sala yekrêzî hemû aliyên siyasî.